Di derbarê Heşdî Şabî de îddiayek balkêş!

Li gorî raporta rojnameya El Ereb a Îngîltereyê, tehdîdên Amerîka yên ser Bexdayê kir ku milîsên Heşda Şeibî ji herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişin.

20.11.2017, Pts - 09:55

Di derbarê Heşdî Şabî de îddiayek balkêş!
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Heşda Şeibî ji ber tehdîdên Amerîka yen ser Bexdayê ji herêmên nakok ên derveyî îdareya Kurdistanê hêzên xwe paşde vedikişîne.

Li gorî raportê, milîsên Heşda Şeibî ji navçeyên Şingal, Zumar û navçeyên din yên rojavayê Nînovayê vekişiyane.

Rojnameyê di berdewamiya raporta xwe de got: "Li ser daxwaza kurdan Amerîka hêzên Heşda Şeibî ji navçeyên nakokiyê dûr dixe da ku hêzên Pêşmerge û hêzên serbazî yên artêşa Iraqê bi hevbeşî li wan navçeyan belav bibin."

Çavkaniyekî ji rojnameyê re gotiye: "Amerîka ji bo destpêkirina gotûbêjên siyasî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de fişaran dike û zêdetir di mijara pişka bûdçe, şandina petrolê û dosyeyên din de dixwaze hevdîtin bi pêşve herin." Li gorî çavkanî Amerîka di rawestandina şerê navbera hêzên Pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî de serkeftî bû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:36:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x