Parlamentera PDK'ê li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb radigehîne ku rêkeftina siyasî di navbera Hewlêr û Bexda de nêzîk e.
Parlamentera PDK'ê li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb di axaftina xwe ya ku ligel BasNewsê de kiriye ragihand; ‘’Piştî hewldanên zêde biryar hate dayîn ku parê genimê cotyarên seranser ên Iraqê û herêma Kurdistanê bo sala 2014, 2015 û 2016ê bê dayîn ku trîlyonek û 658 milyar dînare û beşa Kurdistanê jî 770 milyar dînare. Herwaha parê genimê cotyarên Iraqê yê sala 2017'ê nêzîkî 247 milyar dînare û ji wê jî beşa herêma Kurdistanê 47 milyar e.’’
Herwaha wê parlamentera kurd behsa pejirandina parê genimê cotyarên sala 2017'ê dike û dibêje: ‘’Piştî pejirandina dayîna parê genimê cotyaran, ji aliyê Heyder Ebadî ve biryara daxistina dosyaya genimê cotyaran da ku hemû dike trîlyonek û 800 milyar dînar.’’
Necîbe Necîb, behsa vê yekê jî dike ku ji aliyê wezareta bazirganiyê ve daxwaza 800 milyar dînar ji wezareta darayî ya Iraqê hatiye kirin ku ya sala 2014'ê û 2015'ê ye û ew pare jî hatiye dabîn kir, tenê maye bê dabeş kirin. Lê dibe em negehin parê 2016'ê dabeş bikin û got: ‘’Em mizgînî didin cotyarên xwe ku hemû ew parê wan ê li gel hikûmetê ye dê ji wan re bê dayîn.’’
Parlamentera PDK'ê got, hin caran paşde mana parê cotyaran ji ber herêma Kurdistanê ye û nabe li benda Bexda em bihêlin ku heta pare rêbike û dibêje: ‘’Ji be vê jî biryar hatiye dayîn ku pareyê genimê cotyaran bi rêya wezareta bazirganiyê ve bê dayîn. Ev jî li ser bingehê wê yekê ye ku êdî rêkeftina siyasî nêzîke û parê din jî dê bo herêma Kurdistanê rêbikin, lê nayê zanîn ka kengî?’’