Dije Terora Iraqê kuştina "pênc terorîstên DAIŞê" li Kerkûkê ragihand

Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihand, hêzên wan pênc terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê kuştine.

07.07.2023, Cum - 14:27

Dije Terora Iraqê kuştina "pênc terorîstên DAIŞê" li Kerkûkê ragihand
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya ku îro înê 7ê Tîrmeha 2023an ji aliyê Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ve hatiye belavkirin, eşkere dike ku hêzên wan li nahiya Pirdê ya ser bi navçeya Dûbizê ya li parêzgeha Kerkûkê operasyonek encam dane û di operasyonê de rûbirûbûn di navbera hêzên wan û terorîstên DAIŞê de rûdaye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, di wê operasyonê de "pênc terorîstên DAIŞê" hatine kuştin. Herwiha hat ragihandin ku hêzên ser bi Dezgeha Dije Terorê berdewam dibin di operasyonên xwe de ji bo jiholêrakirina paşmahiyên DAIŞê.

Ev di demekê de ye ku 26ê meha borî, di operasyonekê hêzên ewlehiyê yên Iraqê de li başûrê Kerkûkê, sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x