Ebdilletîf Reşîd: Em ji rewşa sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re nîgeran in

Tevî ku Bexda amadekariyan ji bo Lûtkeya Erebî dike ku biryar e li roja 17ê vê mehê dest bi karên wê bike, Serokkomarê Îraqê Ebdilletîf Reşîd amaje dide ku, di wê lûtkeyê de, danûstandin li ser çend pirsan tên kirin.

10.05.2025, Cts - 16:05

Ebdilletîf Reşîd: Em ji rewşa sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re nîgeran in
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îraqê Ebdilletîf Reşîd di çavpêkeftineke tilevîzyonî de got, “Gelek pirsgirêk û qebxwazî li welatên Erebî hene û dê di lûtkeya Bexdayê de danûstandin li ser wan bên kirin û biryarên pêdivî jî dê li ser wan bên dan.” Herwesa got, “Lê ya giring ew e ku lidûçûn ji bo wan biryaran bê kirin û bên bicihanîn.”

Ebdilletîf Reşîd amaje jî da, “Îraq dê bibe pareke wan bizavan ên ku ji bo kêmkirina girjî û aloziyên di navbera tevaya aliyên deverê yên nakok de tên kirin.” Tekez jî kir, “Giring e ku hemî alî tevlî vê lûtkeyê bibin.” Herwesa got, “Îraq pêşwaziya hemî serok û desthilatdarên ku tên wê lûtkeyê dike.”

Navbirî di derheqa tevlîbûna Sûriyeyê di wê lûtkeyê de jî got, “Ew pirs ji bo Hikûmeta Sûriyeyê vedigere.” Tekez jî kir ku, Sûriye cîranek û dosteke giring a Îraqê û tevaya deverê ye. Geşbînîniya xwe jî diyar kir ku, gelê Sûriyeyê piştî gelek salan ji dûrketina ji welatên Erebî û cîhanî bi aştî û aramî bijî. Herwesa dilxweşiya xwe ji bo wan guhertinên li Sûriyeyê qewimîne jî diyar kir û hêvî kir ku tevaya pêkhate û neteweyan li Sûriyeyê tevlî pêvajoya siyasî bên kirin.

Serokkomarê Îraqê di derheqa hebûna hêzên serbazî yên Amerîkayê de jî got, “Mana hêzên Amerîkî li ser sinorê Sûriyeyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê gelek girîng e." Herwesa veneşart ku ji wan komên di navbera sinorên Îraq û Sûriyeyê de ne tirs heye. Tekez jî kir ku, divê peywendiyên navbera her du aliyan ji bo pirsa rûbirûbûna terorê berdewam bin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x