Wezareta Plandananê ya Iraqê amarên dawî yên serjimêriya giştî ya xelkê Iraqê eşkere kir.
Wezareta Plandananê ya Iraqê amarên dawî yên serjimêriya giştî ya xelkê Iraqê eşkere kir. Li gorî encaman, hejmara giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê 46 milyon û 118 hezar kes e.
Encamên serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan a sala 2024an li Iraqê:
1. Li gor zayendê:
• Rêjeya zayendî: ji her 100 jinan re, 101 nêr
2. Li gor jîngehê:
• %70.17ê bajarî ne
• %29,83 gundî ne
3. Li gor temen:
• %11.16 di bin pênc saliyê re ne
• %24,74 Di navbera 5-14 saliyê de ne
• %60,44 di navbera 15-64 saliyê de ne (temenê karkirinê).
• %3,66 di ser 65 saliyê re ne
4. Rewşa hevjîniyê:
• 46% ezeb in.
• %51.04 zewicî ne
• %2.8 jinebî ne
• Temenê zewaca yekem: Mêr 24.06 salî - Jin 20.7 salî.
5. Rêjeya mirina jidayikbûyan:
• 26.7 ji 1000 jidayikbûnê re
• 34.3 ji 1000 jidayikbûnê re li Herêma Kurdistanê
6. Jidayikbûn:
• Li Iraqê: %3.9
• Li Herêma Kurdistanê: %3.5
7. Rewşa aborî:
• %41.61 ji xelkê di warê aborî de çalak in
• %46,06 di warê aborî de neçalak in
• %38.25 di sektora hikûmetê de kar dikin
8. Perwerde:
• Rêjeya nexwendewariyê: %15.31 (li Herêma Kurdistanê %16.23)
• Rêjeya mêrên ku beşdarî perwerdeyê bûne: 51.5%
• Rêjeya tevlêbûnê li dibistana seretayî: %88 (%93 li Herêma Kurdistanê)
9. Xizmetguzarî:
• %87ê xelkê ava vexwarinê ji tora giştî werdigirin
• %96.3 elektrîka wan heye
• %96.9 tora kanalîzasyonê gihîştiye wan
10. Yekîneyên niştecihbûnê:
• Ji %70.16 xwediyê xaniyên xwe ne
• %72.15 li Herêma Kurdistanê xwediyê xaniyên xwe ne
Serjimêriya giştî ya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 37 salan, di navbera 20-22 Mijdara 2024an de hat kirin, tê de agahiyên bingehîn ên malbatan hatin tomarkirin. Qonaxa dawî heta 10ê Berçileya 2024an dewam kir û tîmên pispor 70 pirs ji welatiyan kirin û agahiyên berfireh wergirtin.
Encamên serjimêriyê nîşan dide ku hejmara niştecihên Iraqê li gorî serjimariya sala 1957ê ku hejmara rûniştvanên Iraqê 6 milyon û 500 hezar kesî bû, 39 milyon û 618 hezar kes lê zêde bûye.