Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasayek di berjewendiya cotkarên Kerkûkê de pesend kir

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasaya betalkirina biryarên Encûmena Serkirdetiyê ya bi navê Şoreşa Partiya Be'sê ya hilweşiyayî ya li zeviyên çandiniyê yên Kerkûk û navçeyên din ên veqetandî, pesend kir.

18.07.2023, Sal - 16:03

Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasayek di berjewendiya cotkarên Kerkûkê de pesend kir
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî di konferanseke rojnamevaniyê de eşkere kir, di civîna îro de Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasayeke betalkirina biryarên Encûmena Serkirdetiyê ya bi navê Şoreşa Partiya Be'sê a hilweşiyayî ya li zeviyên çandiniyê yên Kerkûk û navçeyên din ên veqetandî, pesend kir.

Xalid Şiwanî diyar kir, projeyasa wan neh biryaran digre ku piştî sala 1976an hatine derkirin ku ji ber wê, zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd û Tirkmenan li Kerkûkê û navçeyên din ên veqetandî hatine dagîrkirin û ew projeyasa beriya niha ji aliyê Hevpeymaniya Îdareya Dewletê ve bo nav karnameya kabîneya Sûdanî hatibû xistin.

Herwiha Xalid Şiwanî destnîşan kir, Mihemed Şiya Sûdanî hevahengî kiriye di derkirina vê projeyasayê de û li Encûmena Wezîran a Iraqê bi yekdengî hatiye pesendkirin û ji îro ve bo Parlamentoya Iraqê tê şandin bi mebesta pesendkirinê û ji fraksiyonên Kurdistanî daxwaz dike ku yekdeng bibin di karkirina ji bo derbaskirina vê projeyasayê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x