Erdogan diçe Bexdayê: Berdevkê Hikûmetê li ser PKKyê daxuyaniyek de

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro diçe Bexdayê û paşê jî tê Hewlêrê.

22.04.2024, Pts - 10:02

Erdogan diçe Bexdayê: Berdevkê Hikûmetê li ser PKKyê daxuyaniyek de
Nuçe Belav bike

 Basim Ewadî li ser PKKyê got, “Dê ew jî (PKK) di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de wekî ‘penaberan’ bên dîtin û dê ti partî û çalakiyên wan ên siyasî nebin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro diçe Bexdayê û paşê jî tê Hewlêrê.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî diyar kir ku amadehiyên hatina Erdogan beriya niha bi salekê dest pê kiriye û got:

“Dê bi vê ziyareta Erdogan re di pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê de bipêşvaçûneke girîng û wesfanî çêbibe.”

Li gorî daxuyaniya Basim Ewadî, dê mijarên wekî “Meseleya avê, Projeya Rêya Bipêşveçûnê, hebûna PKKyê ya li Îraqê û veberhênana ku şirketên Tirkiyeyê li Îraqê dikin” werin nirxandin.

“Îraq PKKyê wekî rêxistineke qedexekirî nabîne”

Basim Ewadî bi bîr anî ku Îraq PKKyê wekî rêxistineke qedexekirî nabîne û da zanîn:

“Dê ew jî (PKK) di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de wekî ‘penaberan’ bên dîtin û dê ti partî û çalakiyên wan ên siyasî nebin.

Ev jî hema bêje dê wekî peymana ewlehiyê ya di navbeta Îran û Îraqê de be.”

Basim Ewadî li ser pirsgirêka hinartina petrola Kurdistanê jî got:

“Mijara hinartina petrolê bûye pirsgirêkeke di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de.

Bipaşketina hinardekirinê ji ber wan peymanan e ku Herêma Kurdistanê bi şirketan re îmze kirine.”

Li hêla din, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser ziyareta Erdogan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Basim Ewadî destnîşan kir ku dê di çarçoveya vê serdanê de zêdetir ji 22 peymanan werin îmzekirin.

Basim Ewadî amaje pê kir ku dê dosyeyên “av, Projeya Rêya Bipêşveçûnê, mijarên aborî û ewlehiyê” werin nirxandin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê anî zimên ku mijarên wekî “ava Dîcle û Feratê û dosyeya ewlehiya sînoran” jî dê di nava babetên hevdîtinan de bin.

Basim Ewadî got, “Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dê di civîna çapemeniyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re de hûrgiliyên wan peyman û rêkeftinan eşkere bike.”

Basim Ewadî ragihand ku Projeya Rêya Bipêşveçûnê jî yek ji babatên hevdîtinan e.

Rê ji Bendera Fawê ya Besreyê dest pê dike û heta bi Tirkiyeyê diçe.

Ev rê ji du reyên hesinî pêk tê ku yek ji wan ji bo veguhastinê û ya din jî ji bo bazirganiyê ye.

Li hêla din, qebareya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de salane zêdetir ji 15 milyar dolaran e.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku ev qebara heta sala 2030î bibe 20 milyar dolar.

 

Vî nûçeyê tevayî: 111 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:31:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x