Hadî Amirî: Niha dema derkeftina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê ye

Emîndarê Giştî yê Rêkxistina Bedir Hadî Amirî ragehand ku niha dema derkeftina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê ye.

31.10.2023, Sal - 07:21

Hadî Amirî: Niha dema derkeftina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê ye
Nuçe Belav bike

Herwesa Amirî ragehand, çi pêdivîtî û behane ji bo mana hêzên hevpeymanan li Îraqê nemane.

Wî got: Hindî hêzên hevpeymanan bimînin, em dê nekarin dezgehên xwe yên serbazî ava bikin.

Herwesa wî got: Eyb e heta niha hindek kes daxwaza mana hêzên hevpeymanan dikin.

Herwesa ron kir ku êrîşkirina li ser bingehên Amerîkayê karekî xwezayî ye.

Herwesa wî got ku divê Îraq xişteyekî demkurt ji bo derkeftina hêzên hevpeymanan ji Îraqê dane.

Pêştir Emîndarê Esaîb Ehlî Heq a Îraqê Qeys Xezelî jî ragehandibû, ya ku li Xezzeyê diqewime metirsiya rakêşana tevaya deverê di şerekî de xuya dike ku hemî alî zirarê jê bibînin.

Herwesa wî ragehandibû ku ew guhertin û pêşhatên li Xezzeyê diqewimin dê rengvedan li ser deverê hebin û maytêkirinên welatan dê wesa bike ku çi alî bê zirar ji vî şerî dernekevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x