Heşda Şeibî li ser sînorê Rojava 3 gundên din kontrol kir

Hêzên Heşda Şeibî ragihand, ku liser sînorê Iraq û Sûriyê 3 gundên din ji destê DAIŞê derxistine. Li gorî daxuyaniyê pêwendiya DAIŞê ya ligel rojevayê bajarokê Beacê hatiye birîn û herwiha 15 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

03.06.2017, Cts - 07:57

Heşda Şeibî li ser sînorê Rojava 3 gundên din kontrol kir
Nuçe Belav bike

Desteya Heşda Şeibî şevê din 02-05-2017, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di encama operasyona li sînorê bajarokê Beacê ya ser bi parêzgeha Nînowayê, gundên Çayir Xilfas, Til Sfûg û Caye hatine kontrolkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi vî awayî rêya sereke ya gihandina alîkariyê û hatinçûna DAIŞê ya di navbera Sûriye û Iraqê de hatiye birîn.

Desteya Heşda Şeibî da zanîn, ku di vê operasyonê de 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ku di nav wan de berpirsê yekîneya înxîmas a DAIŞê Hesen Kinaş Zibeydî jî heye.

Li gorî daxuyaniyê di dema operasyonê de 4 otomobîlên bombebarkirî, bi piştgiriya hêzên esmanî yên Iraqê hatine teqandin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2017 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:48:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x