Hikûmeta Îraqê hejmara kuştiyên êrişa Amerîkayê eşkere kir

Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand ku di êrişa esmanî ya Amerîkayê ya li dijî grûpên çekdar de li Îraqê herî kêm 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

03.02.2024, Cts - 14:10

Hikûmeta Îraqê hejmara kuştiyên êrişa Amerîkayê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekê de amarên kuştî û birîndarên êrişa Amerîkayê ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî destnîşan kir ku di êrişê de 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne ku sivîl jî di nav de hene û ziyan gihiştiye avahî û milkên xelkê.

Basim Ewadî herwiha red kir ku ew berî êrişê hatibine agahdarkirin û diyar kir ku Amerîkayê rastiyan berovajî dike.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî got:

“Ew îdiayeke derew e û berovajîkirina rastiyan e ji bo xapandina raya giştî ya navneteweyî û dûrketina ji berpirsiyariya qanûnî ya tawanê ku ji aliyê hemî kevneşopî û pîvanên navneteweyî ve tê redkirin.”

Ewadî diyar kir ku ku ev “êrişên dijminane” ewlehiya Îraqê û herêmê dixe metirsiyê.

Basim Ewadî tekezî kir û anî ziman:

“Îraq careke din qebûl nake ku xaka wê bibe cihê paqijkirina hesaban û divê hemû alî têbigihêjin ku xak û serweriya welatê me ne cihê gihandina peyaman û nîşandana hêzê ya di navbera dijberan de ye.”

Berdevkê Hikûmeta Îraqê êrişeke tund li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û got:

“Hevpeymaniya Navdewletî ji erkê xwe dûr ketiye û bûye metirsî li ser ewlehî û aramiya Îraqê û bûye hincet ji bo Îraq bikeve nav nakokiyên herêmî û navdewletî.”

Ji bo tolhildana kuştina 3 serbazên Amerîkî, balafirên şer ên Amerîkayê, derengiya şeva înê êrişî baregehên Supaya Pasdaran a Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê li Îraq û Sûriyeyê kirin.

Amerîkayê ragihand ku ew tenê “destpêk” e ku dê di dem û cihên nediyar de êrişên xwe berdewam bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:50:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x