Hikûmeta Îraqê êrîşên Amerîkayê bo ser cihên serbazî şermezar dike

Hikûmeta Îraqê bi rêya hêzên ewlehiyê serederiyê bi êrîşên li ser diplomatkaran dike

26.12.2023, Sal - 13:48

Hikûmeta Îraqê êrîşên Amerîkayê bo ser cihên serbazî şermezar dike
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Îraqê di ragehandinekê de êrîşên Amerîkayê bo ser bingehên komên çekdar şermezar dike û dibêje, “Hikûmet bi rêya hêzên ewlehiyê bi tundî serederiyê bi êrîşên li ser bingehên nûneratiya diplomasî yên biyaniyan dike.

Di ragehandina Hikûmeta Îraqê de amaje hatiye dan ku, bi rêya hêzên ewlehiyê serederiyê bi hemî dezgehên destûrî û desthilatên qanûnî re dike.

Herwesa got, “Em hemî bi tundî êrîşên hindek koman bo ser bingehên nûneratiya diplomasî yên biyanî dikin, an wan cihên ku şêwirmendên serbazî yên welatên dostên wan lê ne. Ev êrîş pêştir jî wekî kiryarên dijminkarane hatine destnîşankirin ku bandor li ser serweriya welatê Îraqê heye, û ev jî li jêr her reşwekê, navekî an jî bihaneyekê nayê qebûlkirin”.

Herwesa Hikûmeta Îraqê êrîşên Amerîkayê yên îro (Sêşem, 26ê Berçileya 2023ê) jî bi bihaneya bersivdanê şermezar dike. Êrîşî cihên serbazî yên Îraqê hatiye kirin û bûye sedema kuştina endamekê hêzên ewlehiyê û birîndarbûna 18 kesên din ku kesên sivîl jî di nav de hene.

Gotiye jî, “Ev kiryareka ron e û tevlî berjewendiyên wan ên hevpar ên domdirêj di berqerarkirina ewlehî û seqamgiriyê nabe, herwesa dijî wê ye ku Amerîkayê daxwaza mukomkirina peywendiyan bi Îraqê re heye”.

Her di wê ragehandinê de ew yek jî hatiye piştrastkirin ku, “ev pêngav zirarê digehîne peywendiyên dualî yên navbera her du welatan, herwesa rêyên gehiştina bi hevfehimandinê aloztir dike”.

Amaje daye wê yekê jî ku, “Bi rêya danûstandinên hevpar ji bo bidawîanîna Hevpeymaniya Navdewletî ku di ser hemiyan re nûneratiya binpêkirina qebûlnekirî ya serweriya Îraqê dike”.

Di dawiya wê ragehandinê de hatiye, “Hêzên ewlehiyê di berqerarkirina ewlehî û seqamgiriyê de li seranserê Îraqê serkeftî bûn, herwesa serkeftin li ser çekdarên DAIŞê jî tomar kir, ku êdî metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Îraqê çê nake, lewma jî parastina berhemê vê serkeftinê di naveroka karên me yên pêşiyê yên ewlehî û sitratejî de ye û rêyê nade çi aliyek zirarê bigehîne wan tiştan, ku bi rêya bi hezaran qurbaniyan bi dest ve hatiye”.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê parve kiriye, di bersiva wan êrîşan de yên ku li Îraqê û Sûriyeyê bo ser bingehên wan tên kirin, çend bingehên Hizbulahê li nav axa Îraqê kirine armanc.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû helsengandinên destpêkî, bingehên Hizbulahê hatine wêrankirin û çend çekdarên wê jî hatine kuştin, çi zirar jî negehiştine welatiyên sivîl.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:25:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x