Hikûmeta Iraqê mehane 700 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re dişîne

Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku mehane 700 milyar dînar wek qerz ji bo 3 mehan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.

17.09.2023, Paz - 19:16

Hikûmeta Iraqê mehane 700 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re dişîne
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de pêşniyara şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û biryar da ku 700 milyar dînar wek deyn bo 3 mehan ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Roja 14ê Îlonê 2023an şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê kir û li gel her sê serokatiyên Iraqê, aliyên siyasî yên Iraqê û fraksyonên Kurdistanî civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşniyar kir ku hikûmeta ji bo mehên (7 - 12) mehane 800 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne da ku mûçeyê karmendan bide. Her wiha pêşniyara guhertina çend xalên yasaya bûdceyê yên girêdayî bi pişka Herêma Kurdistanê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x