Iraq, daxwaz ji Amerîkayê dike Kampa Hol a li Sûriyê dabixe

Şêwirmendê asayîşa niştimaniya Iraq a federal Qasim Erecî daxwaz ji Cîgira Wezîra Derve ya Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf kir, ku alîkar bin ji bo daxistina Kampa Hol a li ser sînorê navbera Sûriyê û Iraqê de, ku heta naha paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê têde ne.

03.05.2023, Çar - 09:22

Iraq, daxwaz ji Amerîkayê dike Kampa Hol a li Sûriyê dabixe
Nuçe Belav bike

Duh 02.05.2023yê şêwirmendê asayîşa niştimaniya Iraq a federal Qasim Erecî daxwaz ji Cîgira Wezîra Derve ya Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf kir, ku alîkar bin ji bo daxistina Kampa Hol a li ser sînorê navbera Sûriyê û Iraqê de, ku heta naha paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê têde ne.

Çapemeniya Iraqê ragehand ku Erecî di dema pêşwazî kirin û civîna li gell Leaf de pirsa dosyaya Kampa Hol li Sûriyê û giringiya daxistina wê kampê gotûbêj kiriye.

Erecî amaje bi wê yekê kiriye ku dixwazin Iraqê bikin qadeke tejî li aştî û seqamgiriyê, ne ku qada milmilane û pirsgirêkan. Ji bo wê jî pêwîste welatên din bên teşfîq kirin ku hemwelatiyên xwe yên li Kampa Hol wergirin. Bi taybet ew paşmayên DAIŞê ku her li welatê xwe jî daxwaza girtina wan heye û heta naha newergirtine û li Kampa Hol de mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x