Iraq hemû dîplomatên xwe ji Sûdanê vedigerîne

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf eşkere kir, hemû dîplomatkarên xwe ji Sûdanê vedigerîne.

23.04.2023, Paz - 08:59

Iraq hemû dîplomatên xwe ji Sûdanê vedigerîne
Nuçe Belav bike

Ehmed Sehaf ragihand, bi awayekî serkeftî hemû karmendên dîplomasiyê ji Balyozxaneya Iraqê ya li Xertûmê vegerandine.

Vegerandina dîplomatkaran ji Sûdanê piştî wê yekê tê, ku ji ber berdewamiya şer piraniya welatan karmendên xwe yên dîplomasiyê ji Xertûmê vegeranndine û balyozxaneya xwe ji daxistine.

Ev di demekê de ye ku duh şemiyê 22ê Nîsana 2023an, Serokê Amerîkayê Joe biden ragihand, bi fermana wî, hemû karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xertûma paytexta Sûdanê balyozxane vala kirin û bi awayekî demkî balyozxaneya xwe girtin.

Joe Biden eşkere kir, şanaziyê bi karmendên balyozxaneya welatê xwe dike ku karîne bi awayekî profesyonel karên xwe encam bidin û berdewam ligel welatiyên Amerîka û Sûdanê di pêwendiyê de bin.

Biden ji herdu aliyan daxwaz jî kir ku demildest agirbest ragihînin û rêz li berjewendiyên welatiyên xwe bigrin û rê bidin ku alîkariyên mirovî bigihe destên wan.

Roja Şemiyê 15ê Nîsana 2023an, şer û pevçûnên serbazî li Xertûma paytexta Sûdanê û bajarên din ên wî welatî dest pê kiriye, şer di navbera Hêzên Piştevaniya Bilez bi serokatiya Mihemed Hemdan Deqlû û artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Elbûrhan e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:53:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x