Îraq: Ji bo Xwedê 2 mirov kirin qurban!

Şi parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê tevgereke bi navê “El-Elahiye”yê du endamên xwe kuştin û ew “ji bo Xwedê kirin qurban.”

18.06.2024, Sal - 11:18

Îraq: Ji bo Xwedê 2 mirov kirin qurban!
Nuçe Belav bike

Midûriyeta Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê ragihand ku serokê wê tevgerê hatiye girtin û got:

“Serokê tevgera El-Elahiyeyê ya li Zîqarê hat girtin. Ew li xwe mikur hat ku du kes kuştine.”

“Ew ji bo Xwedê kirine qurban”

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê de hat gotin, “Ew ji bo Xwedê kirine qurban” û kesê ku hatine kuştin jî endamên heman tevgerê ne.

Tevgera El-Elahiyeyê, tevgereke Şîe ya Îslamîst e.

Sala 2020î li Zîqarê hatiye damezirandin û paşê li Dîwaniye, Besra û Meysanê belav bûye.

Suneyên li Îraqê roja yekşemê û Şîeyên li Îraqê jî roja duşemê cejn pîroz kir.

Misilman ji bo Cejna Qurbanê ajelan ser jê dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x