Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike

Îraq tedbîrên li ser sînorê xwe yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re tund dike.

04.05.2024, Cts - 16:13

Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Nuçe Belav bike

Îraq li ser sînorê Şingalê û rojavayê Beacê yên parêzgeha Nînowayê dest bi bikaranîna gelek rêkaran kir.

Îraqê ji bo ku rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê û qaçaxçiyên madeyên hişbir bigire ev kar daye ber xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî da zanîn:

“Eger sînor neyê girtin û rê li ber derbasbûna terorîstan a nav axa Îraqê neyê girtin operasyonên hêzên ewlehiyê yên li hundirê Îraqê bê sûd in.

Eger sînorê Îraq û Sûriyeyê neyê tundkirin her operasyoneke kuştin û desteserkirina DAIŞê ya li hundirê Îraqê bê sûd e û hederdana demê ye."

Zêdetirî 600 kîlometre sînorê hevbeş ê Îraq û Herêma Kurdistanê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re heye.

Hikûmeta Îraqê ji bo qayîmkirina sînorê xwe çend tedbîr wergirtine ku di nav wan de danîna dîwarên beton, BRC, têlbendkirina sînor, kamerayên termal, bircên çavdêriyê, xendekên kûr û pan ên 3 metreyî, çeper, bikaranîna dronan, zêdekirina hêzê û dewriyeyên şevê hene.

“Dever bûye çavkaniya gefan”

Fermandarê Hêza Nobedarên Sînor a Îraqê Mihemed Ebdulwehab Sikir jî anî ziman:

“Hewleke zêde hatiye dayîn, hinek destkeft jî hene bi taybetî li gel sînorê Sûriyeyê, bi awayekî bêmînak sînor hatiye kontrolkirin.

Li sînor, ji Qaîmê heta Rebîayê ji ber bêîstiqrariya ku li Sûriyeyê heye, herî zêde gef li ser ewlehiya welat tê kirin.

Ev dever ji ber DAIŞê û madeyên hişbir bûye çavkaniya gefan.”

Li sînorê rojavayê Îraqê jî li navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê bi dirêjahiya 160 kîlometreyî û bi bilindahiya 3 metreyan dîwarek li ser sînorê Sûriyeyê hatiye çêkirin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:16:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x