Iraqê 3 hezar çakdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Şêwirmendê Asyîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Eirecî ragehind, heya niha welatê wî 3 hezar çekdarên DAIŞê yên Iraqî ji girtîgehên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

20.06.2023, Sal - 12:20

Iraqê 3 hezar çakdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Asyîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Eirecî diyar kir, ku Iraqê heya niha 3 hezar çekdarên DAIŞê ji girtîgehên li rojhilatê Sûriyê vegerandine û dê berdewam be ji bo vegerandina hemû Iraqiyên di nava girtîgeh û kampên wî welatî de.

Qasim Eirecî amaje bi wê yekê kir civaka navnetewî mijara çekdarên DAIŞê bi cidî wernegirtiye û dibêje di pêşerojê de metirsiyeke mezin dê li ser temamê cîhanê dirust bikin.

Li gor ameran li girtîgehên Rojavayê Sûriyê nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞê hene ku 2 hezar ji wan yên 60 welatên cîhanê ne û yên din xelkê Sûriyê û Iraqê ne.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî biryar daye ku wan dadgeh bike piştî ku welatên cîhanê daxwazên wê ji bo vegerandina welatî û çekdarên xwe pêk neanî.

Rêveberiya xweser çend caran daxwaza vegerandina wan çekdaran ji welatên wan kiriye, lê heya niha ti welatekî çekdarên xwe wernegrtine, tenê çend welatan hejmareke jin û zarokên DAIŞê vegerandine lê heya niha bi hezaran kesên din mane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), sala 2019an DAIŞ bi temamî têkşikand û ew navçeyên ku di destê wan de bûn kontrol kirin. Li gor Washington Institute, 10 hezar endamên DAIŞê hatine girtin û niha di zindanên Hesekê de girtî ne. Herwiha nêzîka 50 hezar ji kesûkar û malbatên endamên berê yên DAIŞê li Kampa Holê hatine bicîhkirin ku 10 hezar ji wan Iraqî ne.

Piştî sala 2021an, vegerandina nişteciyên Kampa Holê bo Iraqê destpê kiriye, heta niha bi sedan malbat ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Kampa Cedhe ya Mûsilê hatine vegerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x