Iraqê daxwaz ji Swêdê kir: Ciwanê ku Quran şewitand radestî me bikin

Wezareta Derve ya Iraqê bûyera şewitandina Quranê ku ji aliyê xortekî Iraqî ve li berdem mizgefteke paytexta Swêdê bajarê Stockholm hat şewitandin, bi tundî şermezar kir û daxwaz kir, ew ciwan radestî Iraqê bê kirin daku were dadgehkirin.

30.06.2023, Cum - 13:07

Iraqê daxwaz ji Swêdê kir: Ciwanê ku Quran şewitand radestî me bikin
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin. Herwiha hejmarek welatên din ên cîhanê jî bûyer şermezar kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf roja Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an ragihand, ew bûyera şewitandina Quranê şermezar dikin û destnîşan kir, wan daxwaz ji berpirsên Swêdî kiriye ku wî penaberê Iraqî ku roja Çarşemê li ber mizgefta mezin a Stockholmê Quran şewitandibû, radestî hikûmeta Iraqê bikin.

Ehmed Sehaf got, “Kesê bêrêzî li Qurana pîroz kiriye, welatiyê Iraqê ye, lewra em bang li berpirsên Swêdê dikin ku wî radestî hikûmeta Iraqê bikin, ji bo ku li gor yasayên Iraqê bê dadgehkirin.”

Her duh 29ê Hezîranê, Wezareta Derve ya Iraqê, Balyoza Swêdê ya li Bexdayê Jessica Svardstrom gazî wezaretê kir û ji ber bûyera şewitandina Quranê li Swêdê nameyeke tund a nerazîbûnê da wê.

Bûyera şewitandina Quranî li Swêdê, bû sedema gelek bertek û karvedanan li cîhanê, lê bertkên herî tund li Iraqê çêbûn.

Serokê Tevgera Sedir a Şîeyan, Muqteda Sedir daxwaza derxistina balyozê Swêdê yê li Bexdayê kir û bang li xelkê Iraqê kir ku li bajarên Bexda û Necefê û hemû parêzgehên din ên Iraqê li dijî şewitandina Quranê dakevin cade û kolanan û xwepêşandana milyonî lidar bixin.

Muqteda Serdir daxwaza qutkirina pêwendiyên navbera Iraq û Swêdê de dike û dibêje, divê Swêd wî hemwelatiyê Iraqî yê ku Quran şewitandiye radestî Iraqê bike daku were dadgehkirin. Sedir herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku malbata wî ciwanî biparêze.

Encûmena Dadweriya Iraqê jî daxwaz ji hikûmeta Swêdê kiriye ku Selwan Momîka radestî Iraqê bike.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayiq Zêdan ragihandiye, ji bo ku ew Selwan Momîka vegerînine Iraqê û bê darizandin, gavên qanûnî dê bên avêtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x