Iraqê dest bi operasyonekê ji bo girtina êrişkerên hêzên Hevpeymanan kir

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê dest bi operasyonekê ji bo şopandin û girtina endamên komên ku ji nava axa Iraqê ve êrişa mûşekî li ser baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê pêk anîn, kir.

22.04.2024, Pts - 09:19

Iraqê dest bi operasyonekê ji bo girtina êrişkerên hêzên Hevpeymanan kir
Nuçe Belav bike

Şaneyê belav kir, yekîneyeke hêzên ewlehiyê yên di bin Fermandariya Operasyonên Rojavayê Neynewayê de, dest bi operasyoneke berfireh a lêgerînê kir, ji bo girtina kesên ku roja Yekşemê demjimêr 21:50’ê bi mûşekan êrîşî baregeheke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê kiribûn.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê dest danîne ser otomobîlekê ku pêştir mûşek lê hatibûn barkirin û ew şewitandin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê diyar kir ku operasyona lêgerîna ku êrîşkaran ji bo girtin û darizandina wan dewam dike.

Piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Amerîkayê, ev yekem helwest û ragihanda Şaneya Ewlkariyê ya Iraqê li wan êrîşên ku li hêzên Amerîka û Hevpeymanan e, di demekê de piştî êrîşa bejayî ya artêşa Îsraîlê li ser Kerta Xezzeyê, komên çekdaran ku xwe weke Bereya Berxwedana Îslamî li Iraqê binav dikin, nêzî 200 êrîşên mûşekî û dronî li dijî baregehên Amerîka û hêzên Hevpeymanan li Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê pêk anîne, lê hikûmeta federal û hêzên Iraqî ti bertek nîşan nedabûn.

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x