Ji bo diyalogê tu hewldana Bexdayê tune!

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên dibêje, niyeta Bexdayê tine li gel Herêma Kurdistanê dest bi diyalogê bike.

18.11.2017, Cts - 07:09

Ji bo diyalogê tu hewldana Bexdayê tune!
Nuçe Belav bike

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên ji radyoya Dengê Amerîkayê re got, Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya Destûra Iraqê de bi Bexdayê re dest bi diyalogê bike lê wisa xuya dike, ev diyalog dê gîro bibe.

Husên li ser sebeba gîrobûna diyalogê jî got, ji ber ku li Bexdayê gelek deng û desthilat hene, her yek tiştekî dibêje. Ji ber wê jî zû bi zû diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê nake.

Hêjayî gotinê ye ku Sekretera Parlementoya Kurdistanê diyar kiribû ku "bijarteya vekişîna komên Kurdistanî ji pêvajoya siyasî ya Iraqê jî heye, eger Bexda qebûl neke ku diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike."

Herwiha gelek welat û aliyên siyasî li ser daxuyaniya dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku tê de gotibû "rêzê li biryara dadgeha federal digirin", bangî Bexdayê kiribû ku dest bi diyalogê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 832 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:45:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x