Koalîsyona Navdewletî: Em navbeynkariya Kurdistanê û Iraqê nakin

Hate ragihandin ku koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike dê navbeynkariya Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê neke.

26.10.2017, Per - 13:29

Koalîsyona Navdewletî: Em navbeynkariya Kurdistanê û Iraqê nakin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa Spûtnîk ku nûçeyê dispêre Rayedarekî koalîsyonê tê gotin, rayedarekî koalîsyonê diyar kir ku navbeynkariya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ne pirsgirekeke leşkerî ye, siyasî ye. Ji ber vê yekê ji bo navbeynkariyê serî li Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê bidin."

Her wiha Rayedar eşkere kir ku koalîsyon li dijî pevçûnên dijwar û çalakiyên leşkerî ku îstîqrarê xirab bike ya di navbera hikûmetê û Kurdistanê de derkeve, dertê.

Rayedar, "Em li ser yekîtiya axa Iraqê û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê disekinin. Em hemû hevalbên li herêmê vedixwînin hedefa me yê hevpar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x