Kurd û Sune li dijî derkeftina hêzên Amerîkayê ji Îraqê ne

Sune jî wekî Kurdan tevlî rûniştina Civata Nûnerên Îraqê ya girêdayî binpêkirinên li ser ax û serweriyên Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve nebûn. Ev jî wekî amajeyekê ji bo dijatiya wan li beranberî pêngavên Şîeyan ji bo pirsa derxistina hêzên biyanî bû.

11.02.2024, Paz - 18:13

Kurd û Sune li dijî derkeftina hêzên Amerîkayê ji Îraqê ne
Nuçe Belav bike

Suneyan tirs ji vekêşana hêzên biyanî ji Îraqê heye, ku kom û milîşyayaên Şîeyan zêdetir destê xwe dabinin ser deverên wan.

Piştî sala 2017ê û lawazbûna DAIŞê, Şîeyan piraniya deverên Suneyan kontirol kirin. Ji bo Suneyan wesa diyar bû ku Heşda Şebî hindî ku ji bo dagirkirina deverên wan hatibû, hind ji bo aliyê ewlehiyê û bihêzbûna desthilata hikûmetê nehatibû.

Piştî lawazbûna DAIŞê, biryar bû ku Heşda Şebî ji deverên Suneyan derkeftiba, lê heta niha jî berhev nîne wan deveran berbide. Suneyan hest bi wê yekê kiriye ku armanca Heşda Şebî mana herdemî ye, herwesa biçûkkirina dsesthilata Suneyan û guhertina demografiyê ye.

Çi hêzeka serbazî ya girêdayî Suneyan li deverên wan nîne, hêzên heyî di çarçoveya kom û milîşyayên girêdayî Heşda Şebî ya Şîeyan de ne.

Şîeyan hêzên xwe yên çekdarî li hemî cihên Îraqê belav kirine û ji bo biryara siyasî jî tenê Bexdayê rewa dibînin.

Hêzên Şîeyan ên desthilatdar wesa difikirin ku divê desthilat hemî li Bexdayê be û ew li ser tevaya Îraqê biryarder bin, hemî biryarê ji Bexdayê werbigirin û desthilata Îraqê navendîtir bibe û biryardanên siyasî jî li ser bingeha piraniyê bên dan, ku ew jî di berjewendiya Şîeyan de ye ji ber ku ew piranî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:01:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x