Letîf Reşîd: Em qebûl nakin ku ji Îraqê êrişî cîranên me bê kirin

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd got, “Em qebûl nakin ku ji Îraqê êrişî cîranên me bê kirin.”

22.04.2024, Pts - 16:20

Letîf Reşîd: Em qebûl nakin ku ji Îraqê êrişî cîranên me bê kirin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan çû Bexdayê.

Recep Tayyîp Erdogan, li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştre jî Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Erdogan li Koşka Serokatiyê ya Bexdayê civiyan.

“Em qebûl nakin”

Serokkomariya Îraqê piştî hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û got:

“Her du aliyan destnîşan kiriye ku divê ji bo başkirina ewlehiya sînoran, çareserkirina aloziyan, guherîne avhewayê û krîza avê hewl bê dayîn.”

Serokkomariya Îraqê diyar kir, Letîf Reşîd ji Erdogan re gotiye, “Em qebûl nakin ku ji Îraqê êrişî cîranên me bê kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan jî gotiye dê Enqere ji bo Projeya Rêya Bipêşveçûnê piştgiriyê bide Îraqê û ew pêdiviya Îraqê ya bi avê fêhm dikin.

Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin, Erdogan dê piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:35:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x