Li Mûsilê 12 term hatin dîtin

Berpirsê Ragihandina Berevaniya Şaristanî ya Mûsilê ragihand ku 12 term hatine dîtin û got: “Term bo Tiba Dadî hatine veguhestin.”

31.03.2023, Cum - 11:57

Li Mûsilê 12 term hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, nasnameyên wan terman hîn diyar nebûye û nayê zanîn ku termên çekdarên DAIŞê ne yan termên welatiyên asayî ne.

Ji terman wisa xuya ye ku di sala 2017an de canê xwe ji dest dane ku ew jî serdema azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ye.

Çekdarên DAIŞê di sala 2014an de sînorê parêzgeha Neynewa kontrol kir û sê salan li wê parêzgehê ma û hejmareke zêde ji welatiyên wê navçeyê kuştin.

Li gor jêderên ewlehiyê, piştî azadkirina Mûsilê, Berevaniya Sivîl 2700 rufatên kuştiyan rakirine ku ji wan zêdetirî 2500 rufat, yên xelkê sivîl bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x