Miller: Asmanê Iraqê ne di bin kontrola Amerîkayê de ye

Berdevvkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Iraq welatekî xwedî serwerî ye û esmanê Iraqê ne di bin kontrola Amerîkayê de ye.

29.10.2024, Sal - 10:36

Miller: Asmanê Iraqê ne di bin kontrola Amerîkayê de ye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji ajansa K24ê re ragihand, esmanê Iraqê ne di bin kontrola Amerîkayê de ye û Iraq welatekî xwedî serwerî ye.

Herwiha Miller got: “Amerîka beşdarî êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê nebû.”

Iraqê ji bo ku firokeyên şer ên Îsraîlê asmanê Iraqê di êrîşa li ser Îranê de bi kar anîne, yadaştnameyeke nerazîbûnê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re şand. 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî yadaştnameyek nerazîbûnê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û Encumena Asayişa Iraqê kir û tê de "binpêkirinên eşkere" yên Îsraîlê di dema êrîşên wê yên li ser Îranê de şermezar kir.

Roja 26-10-2024an, artêşa Israîlê bi zêdeyî 100 firoke û dronan êrişî Îranê kir, wek bersiv li ser êrişa mûşekî ya Îranê li ser Îsraîlê di meha Cotmehê de.

 

Vî nûçeyê tevayî: 85 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x