Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan.

06.04.2024, Cts - 20:24

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî civiyan
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Piştî civîna bi Sûdanî re tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên Çarçoveya Hemahengiyê jî re bicive.

Biryar e îşev civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê jî pêk were û Nêçîrvan Barzanî beşdarî civînê bibe.

Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî ya Îraqê Dr. Elî Dîfa, derbarê civîna îro ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji Rûdawê re got:

“Pirsgirêkên rêkeftinên siyasî, biryarên Dadgeha Federal a Îraqê, budceya sala 2024an serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Washingtonê û çend pirsên din dê di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de bêne gotûbêjkirin.”  

Herwiha serkirdeyê Dewleta Yasayê Arif Hemamî jî li ser civînê ji Rûdawê re got:

"Pirsa petrol û budceyê û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din dê di civînê de werin gotûbêjkirin.”

Hewpeymaniya Birêveberina Dewletê, hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî pêk aniye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî yek ji beşdarên wê hevpeymaniyê ye.

Vî nûçeyê tevayî: 166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:47:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x