Plasschaert: Hin grubên biyanî rewşa Şingalê aloz dike

Plasschaert duh li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, “Ti daxwazek di nav siyasetmedarên Îraqî de tune ye ku bigihin rêkeftinekê û dawî li krîza siyasî bînin.”

18.05.2022, Çar - 07:50

Plasschaert: Hin grubên biyanî rewşa Şingalê aloz dike
Nuçe Belav bike

Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert gotarek derbarê rewşa giştî ya Iraqê de li Encûmena Asayişa Navdewletî pêşkêş kir û tekez kir, aliyên nerênî yên jiyana siyasî ya Iraqê hîn jî di çerxeke berdewam de xwe dubare dikin.

Plasschaert tekezî li ser pêwîstiya avakirina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, ev yek pêkan e. Herwiha behsa biryara Dadgeha Federalî ya derbarê yasa û petrol û gaza Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Divê biryarên Dadgeha Federalî bi hevbeşî bên derxistin.”

Herwaha got: “Pêwist e bawerî bê avakirin û soz were dayîn ku di pêşerojê de biryar û rênimayên yekalî yên bi mebestên siyasî neyin girtin.”

Li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî Plasschaert bal kişand ser girîngiya amadekirina zemîna hilbijartinan ku hemû aktorên siyasî yên mezin û biçûk, xwedî derfetên wekhev bin.

Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê got, grûpên çekdar sûdê ji valahiyên ewlehiyê dibînin û bi mûşekan êrîş dikin, pêwîst e hizar çekdarî li Iraqê bê sînordarkirin û ew çekdarên ku ji derve derbasî Iraqê bûne, vegerin welatên xwe.

Destnîşan kir jî, êrîşên mûşekî cihê nîgeranî û metirsiyê ne, ew cihê ku Îranê mûşekbaran kiriye, cihekî sivîl bû. Got jî, bihaneyên Îranê ji bo êrîşkirina li ser Hewlêrê nehatin piştrastkirin.

Derbarê rewşa Şingalê de Plasschaert got: “Hin grubên biyanî rewşa Şingalê têk dane û Şingal bûye meydana têkderan, ji ber wê jî xelkê Şingalê çareke din koçberî navçeyên Herêma Kurdistanê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x