Qasim Erecî: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re meseleya PKKyê biqedînin

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li ser PKKyê got, “Em dixwazin bi Tirkiyeyê re vê meseleya girîng biqedînin.”

30.10.2023, Pts - 07:39

Qasim Erecî: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re meseleya PKKyê biqedînin
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret kir û li vê de re daxuyaniyek da çapemeniyê.

Qasim Erecî amaje pê kir, armanca serdana wî “bihêzkirina pêwendiyan” û “venêrîna peymana ewlehiyê ya Îran û Îraqê” ye.

Qasim Erecî da zanîn ku wî di vê çarçoveyê de bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtinek kiriye.

19ê Adarê Îran û Îraqê peymaneke ewlehiyê îmze kiribû û li gorî vê rêkeftinê “Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor werin dûrxistin.”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku ev peyman tê bicihkirin û “Ew grûpên çekdar ji sînor hatin dûrxistin û hinek grûpên din li wan deran hatin bicihkirin.”

“Îraq dixwaze bi Tirkiyeyê vê meseleyê biqedîne”

Qasim Erecî, pirsa “Gelo dibe ku rêkeftineke wiha bi Tirkiyeyê re jî were kirin?” wiha bersivand:

“Îraq dixwaze bi Tirkiyeyê re vê meseleya girîng û hestyar biqedîne. Tirkiye jî wekî Îranê cîranekî girîng e.

Ji ber vê yekê, Îraq dixwaze rê li berê bigire ku ji axa wê êrişî cîranên wê were kirin. Ji bo ku ev mesele ji binî were çareserkirin û hemû alî bigihin rêkeftinekê hewl tê dayîn.”

22yê vê mehê li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqê de şerekî rû dabû û 4 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Qasim Erecî li ser vê mijarê got, “Lêkolîna li ser mijarê xelas bû. Dosya niha li cem Birêz Serokwezîr e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x