Îraqê li ser êrişa li baregeha Amerîkayê daxuyanî da

Hikûmeta Îraqê li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê got, “Em zêdekirina aloziyê şermezar dikin.”

29.01.2024, Pts - 13:56

Îraqê li ser êrişa li baregeha Amerîkayê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di daxuyaniyê de anî ziman:

“Em wekî Hikûmeta Îraqê zêdekirina aloziyê bi taybetî êrişa li ser sînorê Sûriye û Urdunê şermezar dikin û geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ên li herêmê bi nîgeraniyeke mezin dişopînin.”

Basim Ewadî ji bo bidawîanîna tundûtûjiyê bang kir û diyar kir, ew amade ne bixebitin da ku pêşiyê li belavbûna şer û pevçûnan bigirin.

Basim Ewadî di berdewama daxuyaniya xwe de got:

“Encamên van geşedanan aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî tehdîd dike, hewldanên têkoşîna li dijî terorê û narkotîkê têk dibe. Herwiha bazirganî, aborî û dabînkirina enerjiyê dixe metirsiyê.”

Doh di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişa dronî ya Berxwedana Îslamî ya Îraqê soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniya xwe de got, “Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Koma Şîe ya ser bi Îranê ve ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve heta niha zêdetirî 150 êrişî li dijî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x