Îraqê li ser êrişa li Pêşmergeyan daxuyanî da

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser êrişa li Pêşmergeyan got, “Erkê Hikûmeta Federal a Îraqê ye ku ewlehî û aramiya tevê Îraqê biparêze.”

01.01.2024, Pts - 05:44

Îraqê li ser êrişa li Pêşmergeyan daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Basim Ewadî îdia kir, “Hikûmeta Îraqê di navbera welatiyan xwe de cudahiyê nake” û li ser vê êrişê dest bi lêpirsinekê kiriye.

Li aliyê din Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya li ser vê êrişê de gotibû:

“Ji ber ku ev komên neyasayî ji aliyê hikûmeta federal ve tên fînansekirin û çekdarkirin, em wan aliyan û hikûmeta federal ji van êrişên tirsonek berpirsiyar dibînin.”

"Pêvajoya lêpirsinê aloz dikin"

Ewadî bertek nîşanî vê daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û anî ziman, “Daxuyaniyên bi vî rengî pêvajoya lêpirsinê aloz dikin.”

Basim Ewadî herwiha amaje pê kir ku Hikûmeta Îraqê, çi li Herêma Kurdistanê be çi jî li parêzgehên din ên Îraqê êrişên bi vî awayî qebûl nake û helwesta xwe ya li hemberî van êrişan dupat dike.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê da zanîn, ji bo êrişkar werin girtin û darizandin ew xebatên xwe didomînin.

Basim Ewadî angaşt kir ku “di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek beşên derew ên wekî ‘xelkê Herêma Kurdistanê ji nêza dimire’ hene”.

Çi bûbû?

Şeva şemiyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û Hikûmeta Îraqê bi awayekî tund rexne kiribû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û got, “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî êrişa li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û got, “Pêwîst e Hikûmeta Îraqê li hemberî êrişê helwesteke rasteqîn nîşan bide.”

Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Fransayê ev êriş şermezar kir û da zanîn, “Divê êrişkar werin girtin û darizandin.”

Piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir grûpa ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:51:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x