Îraqê meha borî bi qasî 9,6 milyar dolaran petrol firotiye

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku wan meha borî bi qasî 9 milyar û 669 milyon dolaran petrol firotiye.

02.11.2023, Per - 08:06

Îraqê meha borî bi qasî 9,6 milyar dolaran petrol firotiye
Nuçe Belav bike

Wezareta Petrolê ya Îraqê rêjeya petrola ku di meha Çiriya Pêşînê de firotiye belav kir ku 109 milyon û 554 hezar û 589 bermîl e.

Rêjeya petrola ku meha borî hatiye hinardekirin rojane 3 milyon û 533 bermîl bûye ku ji wê 108 milyon û 50 hezar û 360 bermîl ji naverast û başûrê Îraqê bûye.

464 hezar û 728 bermîl jî ji bîrên Kerkûkê hinardeyî Urdunê hatine kirin.

Hinardeya ji Kêlgeha Geyareyê ya parêzgeha Nînowayê jî milyonek û 30 hezar û 501 bermîl bûye.

Di mehên dawî de hinardekirina petrolê ji wê zeviyê kêmtirî 500 hezar bermîlî bûye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê meha borî bermîlek petrol bi 88,26 dolaran û dahata hinardeya petrolê jî 9,669 milyar dolar bûye.

Îraqê di meha Îlonê de zêdetirî 103 milyon bermîlên petrolê bi 9,494 milyar dolaran firotiye ku li gorî meha Îlonê 175 milyon dolar zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:02:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x