Êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin

Serê sibeha îro (Înî, 15ê Berçileya 2023ê) êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê li Enbarê hat kirin.

15.12.2023, Cum - 06:30

Êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin
Nuçe Belav bike

Bergiriya Îslamî li Îraqê di ragehandinekê de berpirsyariya wê êrîşê rakir û got, “Di bersiva tawanên ku li Xezzeyê tên kirin de, me bi rêya dronan rasterast êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê li Enbarê (rojavayê Îraqê) kir”.

Doh jî Berdevkê Fermandeya Giştî ya hêzên çekdar li Îraqê Yehya Resûl ragehand, “Êrîşên li ser bingehên serbazî û nûneratiyên diplomatî yên welatan li Îraqê tên kirin bandor li ser ewlehî û tenahiya welatî heye û êdî nayên qebûlkirin ji ber ku zirarê digehînin navdariya Îraqê û wê dixin bin pirsyarê”.

Heta niha zêdetirî 73 caran ji aliyê Bergiriya Îslamî li Îraqê ve êrîşî bingehên serbazî yên artêşa Amerîkayê li Sûriye û Îraqê hatiye kirin.

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê û girêdayî mana Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye, ku ji aliyê hêzên Amrîkayê ve tê serperiştîkirin. Pêştir jî çend caran bi rêya moşek û dronan êrîşî wê bingeha serbazî hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x