Sabrina Singh: Em bi Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam dibin

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê radigehîne, “Em dê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam bibin”.

23.02.2024, Cum - 06:59

Sabrina Singh: Em bi Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam dibin
Nuçe Belav bike

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ji ajansa K24ê re ragehand, “Civîn û danûstandinên Lijneya Bala ya Serbazî û Îraqê berdewam in”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê amaje jî da, “Em dê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam dibin”.

Naviriyê got jî, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne. Em wan hevpariyên ku me bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re hene bilind dinirxînin”.

Pêştir Serokwezîrê Îraqê jî ragehandibû, “Veguhastina peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Amerîkayê li dû çarçoveya lihevkirina sitratejî dibe”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:50:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x