Sûdanî: Armanckirina nûneratiyên diplomasî qebûlkirî nîne

Di derheqa êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de, Sûdanî daxwazê ji berpirsên ewlehiyê yên welatê xwe dike ku wan kesan bigirin ên ku dest di êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de heye û bidin dadgehê.

08.12.2023, Cum - 17:36

Sûdanî: Armanckirina nûneratiyên diplomasî qebûlkirî nîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku herwesa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar e jî di ragehandinekê de behsa wê yekê kir ku, yarîkirin bi seqamgiriya Îraqê lawazkirina navdariya siyasî ya welatî ye û tevaya wan êrîşên ji bo wan cihan tên kirin ên ku bi qanûnê hatine parastin karên teroristî ne.

Herwesa Sûdanî ragehand jî ku, armanckirina nûneratiyên diplomasî qebûlkirî nîne.

Sûdanî amaje da wê yekê jî ku, erkê hêzên ewlehiyê yên Îraqê û dezgehên hikûmetê parastina şandiyên diplomasî û pabendbûna bi lihevkirinên navdewletî ye ji bo parastina wan şandiyan.

Tekez li ser wê yekê jî kir ku, dê berhingarî wan kesan bibin ên ku destdirêjiyê dikin ser serwerî û seqamgiriya Îraqê.

Çend çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye ku, serê sibeha îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) çend moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk a Bexdayê keftine xwarê.

Wan çavkaniyên ewlehiyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî arastekirina moşekan, zenga haydarkirinê li derdora balyozxaneya Amerîkayê û li nav balyozxaneyê bi xwe jî hatiye çalakkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû zanyarên destpêkî, çend moşek bi balyozxaneyê jî keftine û rewşa ji nişkê ve hatiye ragehandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x