Sûdanî: Komeke sûcdar Qada Gazê ya Kormorê kir armanc û dê bê cezakirin

Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê fermana avakirina komîteyeke lêkolînê ya li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya navçeya Çemçemalê da ku divê di 48 saetan de encaman bidin.

27.01.2024, Cts - 07:15

Sûdanî: Komeke sûcdar Qada Gazê ya Kormorê kir armanc û dê bê cezakirin
Nuçe Belav bike

Şeva pêncşemê bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand:

“Armanca van kiryaran aboriya xelkê Îraqê ye û grûpa ku ew tawana kiriye dê bê cezakirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyeke de got:

“Di demekê de ku Hikûmeta Îraqê ji bo pêşxistina jêrxana welat, dabînkirina aramiyê ji bo welatiyên û parastina ewlehiya niştimanî dixebite, hejmarek kesên wêranker rabûn Qada Gazê ya Kormorê ya li başûrê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê kirin armanc.”

Serokwezîrî û Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê herwiha anî ziman:

“Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ferman da ku di nava 48 saetan de derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin.”

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:36:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x