Piştî sêzdeh salan, dawîya meha borî Serokomar Erdoğan serdana Bexdayê û Hewlêrê kir lê ji vê serdanê bi qasî ku dihat çaverêkirin encameke şênber derneket. Helbûkî hema bêje bi qasî salekê Enqere û Bexdayê amadehîya vê serdanê dikirin.
Bi sernavê Serdana Erdoğan bo Iraqê û Sparteka Malê, ji bo Le Monde diplomatique kurdî ji hêla akademîsyenê Zanîngeha Kurdistan Hewler Arzu Yilmaz ve hatî nivîsandin:
Piştî sêzdeh salan, dawîya meha borî Serokomar Erdoğan serdana Bexdayê û Hewlêrê kir lê ji vê serdanê bi qasî ku dihat çaverêkirin encameke şênber derneket. Helbûkî hema bêje bi qasî salekê Enqere û Bexdayê amadehîya vê serdanê dikirin. Bi taybetî di şeş mehên dawîyê de şandeyên herdu welatan gelek caran li hev civîyan. Rojeva van civînan hevkarîyên nû yên di warê ewlekarî û aborîyê de bûn. Di vê peywendê de, ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ wekî çarçoveya hevkarîya aborîyê, ‘operasyona leşkerî ya li dijî PKKyê’ ku dê were destpêkirin wekî hevkarîya ewlekarîyê hate pêşkêşkirin. Talîyê, dema Erdoğan pêşî serdana Bexdayê kir û dûrê ya Hewlêrê, protokola şanedar û hejmara peymanên di navbera Enqere û Bexdayê de têra xwe zêde bûn. Lê hûn ji min bipirsin, ka piştî serdanê di têkilîyên Iraqê û Tirkîyê de çi guherîn çêbûn? Vê gavê bersiv ev e, tu guherîn çênebûn. Bi ser de jî rûdanên piştî serdanê didin xuyakirin, îhtimala ku siberojê tiştin biguherin, gelekî lawaz e.
Belê, Projeya Rêya Pêşketinê, bi îdiaya ku Iraqê di ser Tirkîyê re bi Ewropayê ve girê bide, hat îmzekirin. Herweha mirov dikare bêje, bi beşdarbûna Qeter û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, kir ku ev proje ji hêla erdnîgarîyê ve zêdetir bibe xwedî îdia, ji alîyê fînans û sepandinê ve jî şênbertir û mimkintir bibe. Lê handîkapa mezin û esil a projeyê, ewlekarîya rêgeha rêya ku tê re derbas bibe, ye. Lewre di vê rêgehê de ku ji Besreya dest pê dike û di ser Necef û Nînewayê re digihîje Tirkîyeyê, yanî li herêmê, tekane aktorê ku gotina wê qîm dike Bexda nîne. Bi taybetî li herêma Nînewayê, bo nimûne li Şengalê, Bexda ne aktorek e jî. Ev herêm, ji hêla hêzên wekî Heşda Şe‘bî, komên şi‘e yên ku ji derve hatine Iraqê û Îran piştgirîya wan dike û hêzên PKKyê bi qewareyeke mezin tête kontrol dikin. Eger ji bo berovajîkirina vê rewşê gav neyên avêtin, îhtimala ku Rêya Pêşketinê bikeve merîyetê tune ye. Jixwe ji ber hindê, sedema ku her carê ligel Projeya Rêya Pêşketinê behsa planên ‘operasyona leşkerî ya hevbeş’ dihatin kirin ev bû. Her çiqasî dihat axaftin ku, dê pêşî operasyon ji bo Qendîlê û herêmên ku PKK kontrol dike bên kirin jî, armanca serekî Nînewa bû. Lê ji serdana Erdoğan, derheqê ‘operasyona leşkerî ya hevbeş’ de tu biryar derneket. Lewma dê ne şaş be ku mirov bibêje Projeya Rêya Pêşketinê mir, berî ku pêk were.
Baş e, tevî ku şandên leşkerî serdana hev du kirin û çendîn caran civîyan û digel ku berê hatibû ragihandin, gelo çima biryara ‘operasyona leşkerî ya hevbeş’ derneket?
Bi rastî yekem îşaret berîya serdana Erdoğanî bi rojekê hat. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Awadî, daxuyanîyek da ku nedihat çaverêkirin û got, “Her endamekî PKKyê li Iraqê, dê wekî penaberekî sîyasî bê qebûlkirin lê belê dê mafê wan tune be ku di warê sîyasî û leşkerî de kar bikin û ew dê li ser xwe çekan negerînin.”
Li gorî Awadî nêta Iraqê ew bu ku, çawa adara par bi Îranê re peymanek ji bo ewlehîya sînorî îmze kiribû, dixwest bi heman rengî peymanekê bi Tirkîyê re jî îmze bike. Lewre piştî vê peymanê kampên rêxistinên îranî yên wekî PDK-Î, Komele û PAKê ku di nava sînorên Rêveberîya Herêma Kurdistanê de (KRG) yek bi yek hatin girtin. Lê ev kamp ne li deverên asê yên çîyayên Kurdistanê bûn, li dewr û berên bajarên Kurdistanê bûn. Bi ser de, ji salên 1990î ve, dema ku di bin banê Komîserîya Bala ya Penaberan a YNyê [UNHCR] ve hatine avakirin û vir ve li van kampan sivîl diman. Lewre, statuya endamên van partîyên kurdî yên îranî ji salên 1990î ve penaber bûn. Di vê navberê de hejmara jin û zarokên ku li kampan diman herî zêde heşt hezar kes bûn. Axirê belakirina kampan ne bi operasyoneke leşkerî lê di encama zextên bi ser Hewlêrê de pêk hat. Lê belê dema behs PKK be, li herêmên çîyayî yên ku Bexda û Hewlêr nikare nifûzê lê bike, bi deh hezaran şervan û kampên leşkerî yên bêhejmar hene. Eger ji bo hin rêvebirên PKKê statûya penaberîyê were rojevê jî, ev yek encex bi operasyoneke leşkerî ya ku PKKê were tesfîyekirin yan jî bi rêya dîyalogê îknakirina PKKyê ji bo aştîyê pêkan dibe. Lê ne di daxuyanîya Awadî de û ne jî di daxuyanîyên Erdoğan û peymanan de nîşaneyek ji bo van herdu îhtimalan xuyan nake.
Talîyê hat fêmkirin ku ‘operasyoneke leşkerî a hevbeş’ tune ye û Bexdayê naskirina statuya penaberîyê anî rojevê û bi vê yekê re dîyar kir, ligel Enqerê li dijî PKKyê şer nake lê dikare hevkarîyê bike. Digel hemû israrên Enqerê ku dixwest Bexda berîya serdana Erdoğan PKKê wekî ‘terorîst’ îlan bike lê Bexdayê ragihand ku ew PKKê wekî ‘rêxistineke qedexe’ dibînin ne ku wekî ‘rêxistineke terorî’. Wate, Iraq di fikra xwe de lihevkirî ye. Herweha hêjayî bibîrxistinê ye ku wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistanê jî gotibû, ‘Li xaka Kurdistanê rêxisteke terorî tune ye. PKK jî ne rêxistineke terorî ye.’
Nakokî di kiryar û daxuyanîyên Tirkîyê de ye. Berî her tiştî, her çiqas Tirkîye bêje armanca me ‘dabînkirina ewlehîya sînor’e jî, tê zanîn ku armanca esil ne ew e. Ji ber ku sînorê Tirkîye-Iraqê di bin kontrola Tirkîyê de ye. Di pênc salan dawîyê de ji hêla leşkerî ve bi operasyonên esmanî û bejahîyê ji zû ve tişta ku dikare bike, jixwe kirîye. Bexda ji hêla leşkerî ve piştgirîyeke ku ji bo Tirkîyê bike tune ye, ji xwe hêzeke we ya leşkerî jî nîne. Nêta Tirkîyê ew ku bikeve ‘herêma nakok’ a ku ji sala 2014an ve nikare bandorê lê bike. Ji ber vê yekê di operasyona leşkerî ya hevpar de israr dike. Lewre bo nimûne ji bo ku Tirkîye li dijî Metîna û Garê operasyonekê bide destpêkirin pêwîstîya wê bi Bexdayê tune ye lê eger ji vê herêmê operasyoneke bejahî bide destpêkirin û bixwaze heta deşta Mûsilê biçe, wê demê pêwîstîya wê bi Bexdayê heye. Yan jî ji Pêşabîrê (Sêmalka) bikeve Tilaferê û ji bo ji wir heta bi Şingalê biçe pêwîstî bi operasyoneke leşkerî digel Bexdayê heye yan jî encex bi bizaveke dagikerîyê dikare vê yekê pêk bîne.
Nakokîyeke din a Tirkîyê jî ew bû ku êrîşeke bi vî rengî li dijî berjewendîyên Îranê yên li Iraqê bû ku hema bêje tevahîya Bexdayê di bin kontrola Îranê de ye. Tirkîye hewil dide ligel rêveberîyeke wiha vê pêngavê biavêje. Her çiqas Enqere ji dêvla Hewlêrê, ji ber peywendîyên bi Bexdayê re kêfxweş bibe jî, dizanibû ku dê ev peywendî li ‘herêmên nakok’ zîyanê bide serwerîya wê, loma jî dê destûr neda û jixwe destûr nade. Berîya serdana Erdoğan bi awayekî teqez dihat çaverêkirin ku xeta niftê ya Kerkûk-Ceyhanê jî car din dest bi kar bike, tew ew jî pêk nehat. Di vê navberê de, di serdana Erdoğan bo Iraqê de nedîyarîya ku ew ê serdana Hewlêrê bike yan na, derket holê ku nakokîya esil a wê yekê îtirazên Bexdayê bûn ku bi telqîna Îranê tev digere. A soxîn, Bexda nexwaze jî, Erdoğan serdana Hewlêrê kir. Di nava xwe de li ser çi axivîn, em nizanin lê tevî hemû astengîyan ji ber ku ev serdan pêk hatîye, li dijî Bexdayê dîyar e destê herdu alîyan xurttir bûye. Pêşî, wezîrê çavkanîyên xwezayî yê Herêma Kurdistanê dîyar kir ku Parlemena Kurdistanê yasaya ku di 2007an de hatibû qebûlkirin lê Dadgeha Bilind a Iraqa Federal di 2022yan de betal kiribû, ew dê tetbîq bikin. Piştî vê bersivê hêzên şi‘e yên alîgirê Îranê li dijî qada gazê ya bi navê Kormor êrîşek pêk anîbûn. Piştre Hilbijartinên Parlemanê yê Herêma Kurdistanê ku berîya niha hatibû ragihandin ku dê 10ê hezîranê pêk bên, lê ji ber ku PDK û hin partîyên kêmîne biryar dabûn ku ji hilbijartinê vekişin û lewma rewş veguherîbû qeyranekê, hilbijartin hatin texîrkirin. Ji hêla din ve YNK israr dike ku hilbijartin di tarîxa dîyarkirî de bên kirin.
Di vê navberê de, piştî ku wezîrê derve yê Tirkîyeyê gotibû ‘rêveberîya YNKê li Silêmanîyê û peywendî û dilsozîya wê rêveberîyê bi PKKê re ji bo me, ji pirsgirêkekê zêdetir li ser ewlehîya neteweyî êdî tehdîdek e.’
Bafil Talabanîyê ku bi serdanên xwe yên bo Tehran û Moskowê bal kişandibû, rojek şûnde di Merasîma Îbrahîm Ehmed de ragihandibû ku sala bê ew ê xelatê bidine HSDyîyên ku di sala 2022yan de li Garê bi balafira ketibûn û jîyana xwe ji dest dabûn. Axirê, piştî serdana Erdoğan dihat çaverêkirin ku di mijara têkilîyên Hewlêr-Bexda-Enqerê de hinekî aramî çêbe lê ragêşî zêdetir bû.
Di vê çarçoveyê de dibe ku Erdoğan bawerî bi DYAyê anîbe û wiha derketibe geşta Iraqê. Wekî tê zanîn ev demeke dirêj e ku di têkilîyên Tirkîyê-DYAyê de qeyranek hebû lê talîya talî, Enqerê endamtîya Swêd û Fînlandîyayê bo NATOyê êrê kiribû, piştî wê yekê normalîzasyon pêk hatibû. Di trafîka zêde ya dîplomasîya di navbera Enqere-Bexdayê de jî hevterîbî pêk hatibû.
Piştî Şerê Xezzeyê, Amerîka dixwest ku hêza Îranê bi sînor bike û di vê hewildanê de jî pêwîstî bi Tirkîyê didît û lewre ji bo vê armancê nîqaş hebûn ku di navbera Enqer-Bexdayê zêdetir têkilî bên danîn.
Heta, ji ber ku piştî civîna Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi Serokê DYAyê Biden re nûçe derketin ku dê xeta niftê ya Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve kar bike, ev yek wiha hat xwendin ku dê Amerîka ji bo berjewendîya Enqerê fişarê li Bexdayê bike. Digel vê yekê nîqaş hatin kirin ku piştî civîna Sûdanî bo Washingtonê, ji ber ku Erdoğan piştî Bexdayê dê serdana Washingtonê bike, dê ji van serdanan encameke mîna ‘Mekanîzmaya Ewlehîya Sêqolî’ ya di 2010an de di navbeyna DYA-Tirkîyê de hatibû damezirandin, derkeve holê. Lê belê tişta ku Erdoğan ji serdana Bexdayê hêvî dikir pêk nehat, bi ser de jî serdana xwe ya bo Washingtonê jî bi awayekî surprîz betal kir.
Serokê YNKê Bafil Talabanî li ser vê yekê berê xwe da Washingtonê ya ku Erdoğan neçûyê an jî nekarî biçe. Ji alîyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîyê ku ev demeke dirêj e dixwast rêyekê ji bo qeyrana Hewlêr-Baxdayê bibîne, çû Tehranê.
Wisa dixuyê ku, vegera Erdoğan bo rojhilata navîn a ku ji hêla ewlehî û enerjî/bazirganîyê ve piştî vekişîna Amerîkayê dê rengekî nû li xwe bigire, dê ewqasî ne hêsan be. Bi kêmanî em îro dikarin vê nirxandinê bikin. Piştî serdana Sûdanî bo Washingtonê, dema vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê heta hilbijartinê Amerîkayê yên çîrîya paşîn a 2024an hatîye taloqkirin. Dîyar e, ji bo ku ev mijar niha ji holê rabe rêkeftinek heye û Îran jî ji bo vê rêkeftinê îtirazan nake. Lewra Îran di pêvajoya êrişên li dijî Îsraîlê û êrîşên Îsraîlê bi ser Îranê de bi rêveberîya Amerîkayê re wekî hişmendî bi hemahengî tev digere. Jixwe piştî Şerê Xezzeyê êrişên milîsên şî’e yên iraqî bi ser hêzên DYAyê de êdî rawestîyane. Di vê peywendê de hêjayî bibîrxistinê ye ku Îranê biryar daye ku hêzên xwe yên Sûrîyê vekişîne. Yanî, vê gavê nêta Amerîkayê tune ye ku li Iraqê piştgirîyê bide Tirkîyê û hevsengîya ku li Iraqê bi zehmetî hatîye duristkirin xira bike û avê şêlû bike. Wekî ku dê ji geştên sîyasî yên Talabanî û Barzanî jî were xuyakirin ku li Iraqê kar û bar dê di navbeyna Washington-Tehranê de bên meşandin. Eger hat û hisab guherîn, bo nimûne, piştî hilbijartinên DYAyê yên çirîya paşîn a 2024an ne zehmet e ku mirov texmîn bike ku nigekî vê hevsengîyên berîya Enqere bigihê Rîyadê. Wezîrê derve yê DYAyê Blinken çend roj berîya niha serdana Rîyadê kiribû di mijara hevkarîya ewlehîyê de peymanek îmze kiribû ku mirov dikare wê peymanê wekî gaveke bingehîn yên di vê rîyê de bihesibîne.
Gelo dema ew roj hat, dê rolek ji bo Enqerê jî hebe? Bê guman. Gava mijar Iraq û Sûrîye be, çênabe ku Tirkîye were piştguhkirin. Lê ya ku pêwîstî pê heye, ne ‘Tirkîyeya nû’ ku Erdoğan li hundir bi polîtîkayên otoriter û li derve bi yên milîter, heye. Tew piştî ku Erdoğan di hilbijartina dawî de têk çû û ji hêla sîyasî ve rewabûna wî ya sîyasî lawaz bûye, qet pêwîstî bi Tirkîyê nemaye. Digel hemû ragêşîyên li rojhilata navîn, talîyê rihê demê îşaret bi ‘normalîzasyonê’ dike, ya ku ji Erdoğan tê çavêrêkirin ev bû: Normalîzasyon. Ez bawer im sedema sereke ew bû ku Erdoğan, ji Iraqê destevala vegerîya, israra wî ya ku dixwest ‘normalîzasyonê’ jî li ser hêvkêşîya şerî ava bike. Dê êdî çi be, dîyar e ku Erdoğan peyama pêwîst wergirtîye. Piştî serdana Iraqê karê wî yê ewil, li hundir dest bi ‘normalîzasyonê’ kir. Piştî hevdîtina bi CHPyê re ew dê bi DEMê re jî bicive, niha ne dîyar e. Lê di mijara guherandina destûra bingehîn de, em li agahîyên ku ji DEMê tên binêrin, derîyên herdu alîyên jî nîv-vekirî ne. Di vê navberê de serdana parêzgerê Hewlêrê bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê jî hêjayî bibîrxistinê ye. Dema em li pêkhatina vê serdanê û dema wê binêrin, em nikarin bêjin ev yek tenê rasthatinek e…
Wekî encam, her çiqas Erdoğan di serdana Iraqê de encameke şênber wernegirtibe jî, em dikarin bêjin ku bi ‘sparteka malê normalîzasyon’ê vegerîyaye. Serkeftina vê spartekê, dibe ku mifteya ezmûna beşdarîya Tirkîyê bo hevkêşa nû ya rojhilata navîn be.
Arzu Yılmaz
Akademîsyen, Zanîngeha Hewlêr-Kurdistanê/ Le Monde diplomatique kurdî