Serok Barzanî balyozê Amerîkî ya Iraq'ê pêşwazî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîka yê Iraqê Douglas Silliman tekez kirin, ku hemahengî û hevkariya ji bo têkbirina terorê dê berdewam dike.

28.07.2017, Cum - 08:08

Serok Barzanî balyozê Amerîkî ya Iraq'ê pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Roja pênçşemê 27.07.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka yê Iraqê Douglas Silliman û şandekî li gel kir.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya serokatiya herêmê, di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê hatiyekirin, her wiha rewşa serbazî û şerê li dijî terorîzmê hatiye gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirine û hevkariya ji bo têkbirina terorîzmê, dê ji vir û êve jî berdewam dibe.

Herwiha alî hevrê bûne, ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê nayê wateya bi dawî bûna terorê û pêwîste bi hemahengî û hevkariya hemû aliyan şerê terorê were kirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekariya navçeyê jî hatiye rojevê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x