Serok Barzanî di hevdîtinê de dibêje, ti kes û hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne.
Her wiha tê gotin ku Serok Barzanî gelekî pesnê wî xortî daye û gotiye, te li ber çavê hemû cîhanê hêrsa xwe li dijî xiyanet û dagîrkarî û zilmê nîşan da. Tu bûy sembola berxwedana li hember dagîrkeriya Heşda Şeibî li Kerkûkê.
Serok Barzanî di hevdîtina şanda Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê de jî behsa rola niştimanî ya wê partiyê li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û spasiya wê partiyê kiriye.
Barzanî her wiha daye xuyakirin ku referandom mafekî rewa û demokratîk yê gelê Kurdistanê bûye û gotiye, ti kes û hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne.
Serok Barzanî li ser aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî ragihandiye ku ew piştgiriya çareserkirina arîşeyan bi awayekî aştiyane dike ne bi zora çek û sepandina hêzê.