Serokatiyên Îraqê tekezê li ser parastina sinoran dikin

Her çar serokatiyên Îraqê û Hevpeymaniya Dewletê li ser rewşa Sûriyeyê dicivin û tekezê li ser giringiya baştirkieina bizavan ji bo mukomkirina ewlehiya sinorê Îraqê bi Sûriyeyê re dikin, herwesa piştrastiyê jî didin ku welatiyên Îraqî dê parastî bin.

09.12.2024, Pts - 10:53

Serokatiyên Îraqê tekezê li ser parastina sinoran dikin
Nuçe Belav bike

Her çar serokatiyên Îraqê û Hevpeymaniya Dewletê şeva borî (Yekşem, 08.12.2024) civiyan, taybet ji bo danûstandinan li ser rûdanên Sûriyeyê û rengvedana wê li ser ewlehî û seqamgiriya Îraqê û deverê bi giştî, herwesa lidûçûnê ji bo rewşa welatiyên Îraqê li Sûriyeyê û çêkirina derfetan ji bo wan kesan ên ku dixwazin vegerin Îraqê.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, di wê civînê de rêkarên parastina Îraqê ji her gefeke pêşbînîkirî hatin berçavkirin û tekez li ser zêdekirina bizavan ji bo mukomkirina ewlehiya sinorê Îraqê bi Sûriyeyê re hat kirin, herwesa piştrastî jî hat dan ku welatiyên Îraqê dê parastî bin.

Her di wê civînê de tekez li helwesta neguher a Îraqê li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û seqamgiriya wê û rêzgirtina li îradeya xelkê wê û pabendbûna bi gaziya Civaka Navdewletî ji bo piştevanîkirina ewlehiya deverê û amadebûyîyên wê hat kirin.

Herwesa tekîd li ser diyarkirina nexşerêya peywendiyan di navbera Sûriye û Îraqê û baştirkirina peywendiyan bi welatên Erebî yên dost re jî hat kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:30:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x