Serokwezîrê Îraqê li ser ‘penaberên Şingalî’ peyamek da

Serokwezîrê Îraqê xwest alîkariya Şingalê were kirin da ku hemû penaberên Şingalî vegerin cih û warên xwe.

26.10.2023, Per - 10:12

Serokwezîrê Îraqê li ser ‘penaberên Şingalî’ peyamek da
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh bi Lijneya Wezareta Ewlehiya Niştimanî re civiya.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl, li ser civînê daxuyaniyek da.

Yehya Resûl da zanîn ku Sûdanî ji bo ewlehiyên li deriyên sînorî werin zêdekirin ferman daye.

Resûl destnîşan kir ku ev ferman bi armanca rêlibergirtina qaçaxçîtiyê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî herwiha ji bo parastina ewlehiya Îraqê xwestiye tedbîrên ewlehiyê werin zêdekirin.

Serokwezîrê Îraqê di civînê de bal kişandiye ser rewşa Şingalê jî û xwestiye ku xizmetguzariyên li Şingalê werin zêdekirin.

Mihemed Şiya Sûdanî herwiha xwestiye rewşa Şingalê were başkirin da ku xelkê penaber ê Şingale vegere cihê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x