Serokwezîrê Îraqê ji ber birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pîrozbahiyê li gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Serokwezîrê Îraqê ji ber birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pîrozbahiyê li gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Bi helkeftina bidawîhatina piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî peyameke pîrozkirinê arasteyî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Sûdanî di peyama xwe de dibêje, “Ez pîrozbahiyê li hemî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim. Berdewamiya bijardeya demokrasiyê ji bo gelê me nîşana rêzgirtina li nirxên demokrasî ye.” Herwesa dibêje, “Ev destkeftiyê qurbanîdana gelê me pêxemetî azadî û serxwebûnê ye.”
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê duh li seet 07:00 ê serê sibeha (Yekşem, 20.10.2024) hat destpêkirin û heta seet 06:00 ê êvarê berdewam bû.
Di dengdana giştî de, du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, ku li ser her çar bazinên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê hatibûn parvekirin. Piştî derbazbûna 11 seetan, li seet 06:00 ê vê êvarê piroseya dengdanê bidawî hat û tevaya bingehên dengdanê hatin daxistin.