Sûdanî ji Amerîkayê vegeriya: Çi biryar hatin dayîn?

Serokê Komîsyona Hebûnên Menkul ê Îraqê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê yê bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re dê encamên erênî bi xwe re bîne.

20.04.2024, Cts - 19:45

Sûdanî ji Amerîkayê vegeriya: Çi biryar hatin dayîn?
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdaniyê ku hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê bi dawî kir, di foruma Enstîtuya Lêkolînê ya Konseya Atlantîk a li Washingtonê de axivî.

Sûdanî li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraqê anî ziman ku ew dê “ne serdaneke asayî be” û got:

“Di navbera her du welatan de mijarên av û ewlehiyê di serî de gelek mijarên hestyar dê werin gotûbêjkirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de bi Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo re jî hevdîtinek pêk anî.

Di civîna ku Serokê Banka Navendî ya Îraqê Elî El-Ellak jî tê de amade bû, mijarên hevkariyên Îraq û Amerîkayê yên di warên darayî, bankî û aborî de û gavên Hikûmeta Îraqê yên ji bo çaksaziya di warê darayî û bankî de hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo berdewamiya reform û hevkariyên di warê darayî û bankî de û li gorî pîvanên navdewletî, dê ji bo vejandina bankan bi rêkarên taybet ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîkayê ve hevkarî bi Banka Navendî ya Îraqê re were kirin.

“Gaveke nû ji bo sektora bankî ya Îraqê”

Serokê Komîsyona Hebûnên Menkul ê Îraqê Feysel El-Heymus civîn wekî “gaveke nû ji bo sektora bankî ya Îraqê” nirxand.

El-Heymus destnîşan kir ku bi saya danûstandinan encamên erênî hatin bidestxistin û got:

“Hêvîdar im ev rewş pêşiyê li karê bankên ku pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji wan re hatine astengkirin jî veke. Ev dê ji bo sektora bankî ya Îraqê bibe destpêka destpêkeke nû.”

Heymus diyar kir ku ew her sal “Roja Çavdêriya Veberhêneran” li dar dixin da ku sermayedaran bikşînin nav bazara biewle ya li Îraqê.

Feysel El-Heymus diyar kir ku ew rê li ber bazirganiya bi diravên welatên din vedikin û got:

“Ev dê li gorî hewcedariyên kelûpelên ku ji her welatekî tên hawirdekirin berdewam bike û berfireh bibe.

Ev yek dê derfeteke mezin bide bankan ji bo berfirehkirina danûstandinan û berfirehkirina çarçoveya bazirganiya Îraqê.”

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl ragihand ku di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ligel Hêzên Pêşmerge di asta bilind de hevahengiyek heye.

Resûl da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Pentagonê re peymaneke nû îmze kiriye ku hêzên ewlehiyê û artêşa Îraqê zêdetir werin bihêzkirin.

Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x