Sûdanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ne siyasî ne

Serokwezîrê Îraqê li Wasingtonê diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ne siyasî, teknîkî û yasayî ne.

20.04.2024, Cts - 09:33

Sûdanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ne siyasî ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh li Navenda Lêkolînan a Atlantîkê di panelekê de li ser rewşa Îraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê axivî.

Sûdanî ragihand ku eger Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih bîne, dahata petrolê radest bike dê rêjeya ji sedî 12,67 a budceya Îraqê were şandin.

Sûdanî herwiha da zanîn ku biryara ragirtina hinardekirina petrola Kurdistanê pirsgirêka mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê saz kir.

Sûdanî diyar kir ku wan li ser biryara Dadgeha Federal a Îraqê mûçeyên Sibat û Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê şand.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Rawestandina hinartina petrolê ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pirsgirêk çêkir lê li ser biryarên Dadgeha Federalî me mûçeyên meha Sibatê û Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê şand.

Em bi Serok Joe Biden re li ser bicihkirina rêkeftina stratejîk axivîn û enerjî û jîngeh mijarên sereke yên civînên me bûn.”

Sûdanî behsa şerê Xezeyê jî kir û got:

“Divê civaka navneteweyî şerê li Xezeyê rawestîne. Divê Filistînî bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Em hişyariya mezinbûna şerê Xezeyê didin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro vedigere Îraqê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:01:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x