Washington Post: Amerîka heta 2026an hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne

Rojnameya “Washington Post” ragihand, hikûmeta Iraqê ligel Amerîka rêkeftiye ku heta sala 2026an piraniya leşkerên xwe vekişîne, lê hêzeke biçûk a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dimîne ji bo herêmê ji gef û êrîşên komên milîs biparêze.

14.09.2024, Cts - 15:06

Washington Post: Amerîka heta 2026an hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
Nuçe Belav bike

Washington Post ragihand, li gorî rêkeftina ku ji aliyê rayedarên Amerîkî û Iraqî ve hatiye gotûbêjkirin û hûrgiliyên rêkeftinê vê hefteyê eşkere bûne, di du salên bê de Amerîka dê piraniya hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, lê dê hêzeke biçûk li Herêma Kurdistanê bihêle.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Abbasî jî aşkere kir, Bexda û Washington gihîştine rêkeftineke rîşeyî ji bo bidawîkirina erkê hêzên Amerîkayê li Iraqê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê de, ku 10 sal berê ji bo şerê çekdarên DAIŞê hatiye damezrandin û nêzîkî 2,500 leşkerên Amerîkî li Iraqê bicîh bûne.

Li gorî Wezîrê Berevaniya Iraqê, qonaxa yekem dê îsal dest pê bike û dê heta sala 2025 berdewam be û qonaxa duyem jî dê di sala 2026ê de bi dawî bibe.

Berpirsekî pilebilind ê artêşa Iraqê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got, hêzeke biçûk ê Amerîkayê dê li Herêma Kurdistanê bimînin, ji bo dabînkirina ewlehiyê li hember êrîş û gefên komên milîs ên ku li deverên din ên Iraqê xwedî hêzeke berfireh in.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Berevaniyê General Patrick Ryder red kir ku ti daxuyaniyekê li ser van zanyariyên ku berpirsên Iraqî derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê de, aşkere kirine.

Ev di demekê de ye, Washington û Bexda ji bo guhertina rola Amerîkayê li Iraqê ji hêza leşkerî bo pêşxistina pêwendiyên dîplomatîk û bazirganî, di gotûbêjan de ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x