Wezareta Dadê ya Iraqê: Derbarê 20 hezar kesî de sizayê darvekirinê derçûye

Xalid Şiwanî diyar kir, 20 hezar kes ji xelkê sivîl li zindanên ser bi Wezareta Dadê de ne, ji bilî wê jî 60 hezar kesên din jî li 28 girtîgehên welat hatine zindanîkirin.

07.04.2023, Cum - 07:52

Wezareta Dadê ya Iraqê: Derbarê 20 hezar kesî de sizayê darvekirinê derçûye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî ragihand, 8 hezar xelkê sivîl bi tometa terorê hukmê darvekirinê derbarê wan de derçûye, lê belê wezareta wan nikare biryara darvekirinê di vê demê de cîbicî bike.

Xalid Şiwanî diyar kir, 20 hezar kes ji xelkê sivîl li zindanên ser bi Wezareta Dadê de ne, ji bilî wê jî 60 hezar kesên din jî li 28 girtîgehên welat hatine zindanîkirin.

Herwiha tekezî li wê yekê dike ku cîbicîkirina sizayê darvekirinê bi biryara serokomariyê dibe, ne bi daxwaz û zextên aliyên siyasî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x