Wezareta Derve ya Iraqê: Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li Danîmarkê şermezar dikin

“Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li welatê Danîmarkê, bi tundî şermezar dikin.”

22.07.2023, Cts - 08:09

Wezareta Derve ya Iraqê: Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li Danîmarkê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand: “Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li welatê Danîmarkê, bi tundî şermezar dikin.”

Ehmed Sehaf diyar kir: “Em lêkolînê li ser pêşhateyên vê bûyera kirêt dikin û bi ti awayî naçe çarçoveya mafê azadiya fikr û xwepêşandanê, loma ev kar karvedanên tund li pey xwe tînin.”

Sehaf destnîşan kir: “Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin bilez û bi awayekî berpirs li hember van kiryarên dirindane rawestin, ku aştiya civakî û pêkvejiyanê li seranserê cîhanê binpê dikin.”

Roja Pêncşemê 22ê Tîrmeha 2023an, endamên grûpeke dijî Îslamê û netewî ya tundrew li Danîmarkê bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Qurana Pîroz şewitandin.

Endamên wê grûpê ku dirûşmên li dijî Îslamê gotin û pankartên li dijî Îslamê bilind kirin, ala Iraqê û Qurana Pîroz avêtin erdê û bi lingan ketin serê.

Piştre endamên grûpê Qurana Pîroz şewitandin û gotin ku ew bi mebesta protestokirina êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê vî karî dikin.

Ew grûpa tundrew a bi navê Danske Patrioter, pêştir li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Kopenhagê Qurana Pîroz şewitandibûn û sivikatî li Îslamê kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:53:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x