Wezareta Koç û Koçberan: Nêzîkî 600 kesî ji Kampa Holê tên vegerandin

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku dê hefteya pêşiya me hinek koçberên Îraqî yên Kampa Holê werin vegerandin.

03.03.2024, Paz - 18:57

Wezareta Koç û Koçberan: Nêzîkî 600 kesî ji Kampa Holê tên vegerandin
Nuçe Belav bike

Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê jî got, “20 hezar Îraqiyên ji 18 saliyê biçûktir li Kampa Holê ne.”

Derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebasî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Biryar e hefteya bê hinek ji Îraqiyên li Kampa Holê bên vegerandin.

Yên tên vegerandin nêzîkî 150 malbatî ne û dê hejmara wan nêzîkî 600 kesî be.”

Li Kampa Holê nêzîkî 55 hezar kesan dijîn

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî 55 hezar kes li dijîn ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.

Piraniya yên li kampê xelkê Îraq û Sûriyeyê ne û yên din jî xelkê bi dehan welatên din ên cîhanê ne.

“Bombeyên paşerojê”

Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî jî duh di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de axivî û derbarê Kampa Holê de got:

“20 hezar Îraqiyên ku temenê wan 18an biçûktir e li Kampa Holê ne. Ew ji bo paşerê bombeyên vedayî ne.

Heta niha me 1924 malbatên li Kampa Holê vegerandine û ji 7 hezar û 556 kesan pêk dihatin.

Hezar û 230 ji wan bo warên wan ên li cihên cuda yên Îraqê hatine vegerandin.”

Kampa Holê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî Qasim Erecî, tenê derdora kampê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye û nav kampê di bin desthilata DAIŞê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x