Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: 100 awareyên Êzidî vegeriyan Şingalê

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand, 100 awareyên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyan navçeyên xwe yên li Şingalê.

09.08.2023, Çar - 06:01

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: 100 awareyên Êzidî vegeriyan Şingalê
Nuçe Belav bike

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand, 100 awareyên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyan navçeyên xwe yên li Şingalê.

Îvan Fayeq diyar kir, bi hevahengiya ligel rêxistina navdewletî ya koçê, zêdetirî 1000 aware ji Duhokê bo parêzgeha Mûsilê hatine vegerandin û xebatên ji bo vê mebestê jî didomin.

Her wiha destnîşan kir, wezareta wê amade ye ji bo her cûre hêsankariyê ji bo vegera awareyan bo navçeyên xwe û pêşkêşkirina alîkariya mirovî.

Pêştir, Rêveberê Fermangeha Beşan yê li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas ragihandibû, li Herêma Kurdistanê 26 kampên awareyan hene û 16 ji wan li Duhokê ne, 6 kamp li Hewlêrê û 4 kamp jî li Silêmaniyê ne.

Elî Ebas eşkere kiribû ku 36 hezar malbat di wan kampan de dijîn ku piraniya wan awareyên Şingal, Neynew, Enbar, Diyale û Selahedîn in.

Beriya niha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihandibû, hikûmeta Iraqê di pêşkêşkirina alîkariyan bo aware û penaberan, weke pêwîst erkê xwe cîbicî nake.

Rêber Ehmed destnîşan kiribû ku ji sedî 50ê wan penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê niştecî ne û gotibû: “Mixabin rewş hîn jî asayî nebûye û rêkar weke pêwîst nînin, da ku penaberên li Herêma Kurdistanê bi daxwaza xwe vegerin navçeyên xwe.

Rêbar Ehmed daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku erkê alîkariya koçberan ji hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re nehêlin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x