Wezaretê li ser şerê li Zaxoyê daxuyaniyeke nû da

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Zaxoyê di şerê Parêzvanên Sînoran ên Îraqê û PKKyê de 2 PKKyî hatine kuştin.

25.01.2025, Cts - 10:41

Wezaretê li ser şerê li Zaxoyê daxuyaniyeke nû da
Nuçe Belav bike

Li nahiyeya Batîfayê ya navçeya Zaxoyê ya Dihokê li gundê Batîfayê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Parêzvanên Sînoran ên Îraqê de şer derket.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li ser şer daxuyanî da û ragihand ku 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Daxuyaniya nû ya ji Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê danê êvarê daxuyaniyeke nû belav kir û ragihand ku di şerê li Batîfayê de 2 PKKyî hatine kuştin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Piştî nûçeya şerê li nahiyeya Batîfayê ya navçeya Zaxoyê ya di navbera Parêzvanên Sînoran ên Îraqê û endamên rêxistina terorê ya PKKyê de me hêzên zêde şandin herêmê.

Di encama dorpêçkirin, lêgerîn û şopandina sûcdaran de 2 endamên PKKyê yên ku êrişî devriyeyên me kiribûn hatin kuştin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x