Wezîrê Petrolê: Hevdîtinên ji bo hinartina petrola Kurdistanê dest pê dikin

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand, şemiya bê ji bo hinartina petrolê şandeyeke Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê dê ji bo destpêkirina dan û standinan biçe Bexdayê.

17.04.2025, Per - 09:48

Wezîrê Petrolê: Hevdîtinên ji bo hinartina petrola Kurdistanê dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî, Wezîrê Petrolê yê Îraqê doh li Foruma Silêmaniyê di panêleke taybet de got:

"Derbarê mekanîzmaya hinartina petrolê de zêdetirî sal û nîvekê pêwendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî bi Wezareta Samanên Xwezayî re hebûye.

Ji ber ku pêwîstiyeke mezin heye ji bo zêdekirina dahatê û ji bo piştgirîkirina budceyê Îraqê ku sûda wê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye.

Heyan Ebdulxenî her wiha got, "Yasaya budceyê şeş heta heft dolaran ji bo hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê diyar kiribû.

Ew pere pêwîstiyên girêbestên petrolê pir nedikir û nirxê rastîn ê hilberîna petrolê ya kompanyayan dabîn nedikir."

Qanûna budçeyê maliyeta hilberîna petrolê

Parlamentoya Îraqê roja 2yê Sibata 2025an, yekem guherîna yasaya budceya sê salî ya Îraqê pejirand wekî gaveke yekem a destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê,ku ji dawiya meha Adara 2023yan ve hatiye rawestandin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê amaje pê kir, li gorî guherîna yasaya budceyê ew pereyên ku dê bê dayîn bi kompanyayên petrolê ku 16 dolar e ji bo hilberîn û veguhastina her bermîlekê pêşîneyeke destpêkî ye.

Heyan Ebdulxenî got: "Kêlgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê xwezaya erdnîgarî ve zehmet in û kolandina bîran mesrefeke mezin e û hilbera wan jî kêmtir e.

Kêlgeh heye ku hilbera wê digihîje 20 heta 25 hezar bermîl, li gorî kêlgeha Rumîlê gelek kêm e, ku rojane yek milyon û 450 hezar bermîl petrolê hildiberîne.

Li kêlgehên Bedre û Ehdeb mesrefa hilberîna her bermîlekê zêdetirî 36 dolar e, di demekê de ku girêbesta hilberîna petrolê li kêlgehên Rumîlê 4 dolaran derbas nake."

êlgeha Rumîlê li parêzgeha Besrayê ye, her du kêlgehên Ehdeb û Bedre li parêzgeha Wasitê ne.

Guhertina yasaya budceyê 17ê Sibata 2025an kete warê bicihkirinê, lê hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye ku zêdetirî du sal in hatiye rawestandin.

Rêjeya petrolê ya radestkirî ya Herêma Kurdistanê yek ji astengên li pêşiya lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ye.

Heyan Ebdulxenî dibêje: "Di yasaya budceyê de rojane 46 hezar bermîl petrol ji bo bikaranîna petrola navxweyî hatiye diyarkirin.

Li gorî wan hejmaran ku gihiştine me Herêma Kurdistanê 286 hezar bermîl petrolê hildiberîne û 115 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxweyî hatiye diyarkirin."

Li gorî guhertina yasaya budceyê, ew 16 dolar ji bo kompanyayên petrolê dê heta wê demê be ku aliyekî navneteweyî yê şêwirmend di 60 rojan de nirxekî texmînkirî ji bo hilberîn û veguhastina petrolê diyar bike.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê got: "Me 3 civîn li gel berpirsên teknîkî pêk anîn û li ser çareserkirina hin têbîniyan li hev kir.

Lê wan kompanyayan xwest ku çawa mafên xwe yên darayî wergirin.

Di nameyekê de ku bi îmzeya wezîrê darayî hatiye îmzekirin, soza dayîna pereyê şîrketên petrolê hatiye dayîn."

Hevdîtinên Hewlêr - Bexdayê û astengî

Yek ji wan pirsgirêkên din ku bûne asteng li pêşiya lihevkirina Hewlêr û Bexdayê deynên kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ne.

Li gorî gotina Wezîrê Petrolê, kompanyayên petrolê daxwaz kirine ku Hikûmeta Federal wan deynan bide û ev yek di guherîna yasayê de nehatiye û piştî bicihkirina guherînê dikare gotûbêj li ser bê kirin.

Heyan Ebdulxenî got: "Derî li pêşiya danûstandinan negirtî ne, roja şemiyê şandeya Wezareta Samanên Xwezayî dê serdana Bexdayê bike ji bo temamkirina danûstandinan.

Çar kompanyayan lihevkirina wan bi Wezareta Samanên Xwezayî re heye ji bo hinartina petrolê û Kompanyaya Bazarkirina Petrolê (SOMO) girêbest bi wan kompanyayan re kiriye û nû kiriye ji bo ku amade bin ji bo hinartina petrolê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:17:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x